Wednesday, January 23, 2008

Study Kurdish history in the universities in Stockholm


from Kurdwebb.com

”Ji bo dîroka Kurdîstanê dengê xwe bidin”

2008 01 15 - 18:48


Ji xortê kurd bangeh pîroz. Xortê kurd yê swêdê Gurgîn Bakircioglu bi însîyatîfa xwe dest bi çalakîyek pîroz û lê hêja kirîyê. Banga xortê kurd ewê ku li unîversîteya Stockholm an jî Södertörns dîroka Kurd û Kurdistanê wek dersêk fermî werê xwendin.

Di banga çalakvanê kurd de tê gotin ku daxwaz ewê ku Dîroka Kurdîstanê wek dîroka faris û Suryanî/keldanîya di unîversîteyên Swêd de(Stockholm Universitet û Södertörns Högskolan) werê xwendin. Ji bo vê jî divê her niştecîyê kurd yên li Swêd daxwaznameya xwe ji van herdu unîversîteyên Swêdî re birê bikin.

Ji bo vê jî lînkek heye û kesên ku dixwazin tevlî vê bangê bibin û dengê xwe bighînin berspirsê herdu unîversîteyên Swêdî divê têkevin vê lînk.

Piştî ku we pêl lînkê kir we rûpelik nû werê pêşberî we û hûnê navç maîl adres û şîrovaya/nerîna xwe binîvsînin û wek îmza dengdanê birê bikin.


KurdWEBB tevlî banga xortê kurd Gurgîn Bakircioglu dibê û daxwaz ji hemî kurdên swêd ye welatparez dikê ku mil bidin ve kampanyayê da dîroka kurdî di unîversîteyên swêd de wek ders werê xwendin.

Gurgîn Bakircioglu kurê zimanzanê kurd yê navdar Reşo Zîlan e ku gelik lêkolîn û berhemên wî ye hêja di derbarî zimanê kurdî de hene…

Ji bo tevlîbûna kampanyayê vir bitîkînin:

Wêne Gurgin Bakircioglu ji malpêra beyan.net hatîye girtin

KurdWEBB




0 comments: